• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Sîdekanê 3 kes hatin kuştin

Li Sîdekanê 3 kes hatin kuştin
5 kes ku destê wan di şerê de hebûye hatine girtin
Li gundeke ser bi Sîdekanê şer di navbera du malbetan de derket.

Li gor zaniyariyên berdest, îro danê sibê di navbera du malbetan yên ku şêniyên evera Sîdekanê ne, jiber kêşeyeke taybet bi erdê şer derketiye.

Di encama şer de 3 welatî hatine kuştin û du welatî jî birîndar bûne.

Piştî çêbûna bûyerê hêzên ewlekarî bilez gehêştine deverê û karîne rewş kontrol bikin û 5 kes jî binçav bikin.

Rudaw
Top