Serok Barzanî ji Dana Ehmed Mecîd re: Pîrozbahiyê li we, endamên Civata Niştimanî û hemû endam û alîgirên Tevgera Gorran dikim
Serok Barzanî pîrozbahî li Dana Ehmed Mecîd kir, ku wekî Berpirsê Giştî Rêkxistinê yê Tevgera Goranê hatiye hilbijartin, herwesa hêvî kir ku serokatiya nû ya Tevgera Goranê xizmeta pêvajoya siyasî û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê bike.
Serok Barzanî îro 17.02.2026, di peyamekê de pîrozbahî li Dana Ehmed Mecîd kir, ku li roja Duşema borî, 16ê Sibata 2026ê, wekî Berpirsê Giştî Rêkxistinê yê Tevgera Goranê hatiye hilbijartin.
Peyama Serok Barzanî:
Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan
Rêzdar Berpirsê Giştî Rêkxistinê yê Tevgera Goranê Dana Ehmed Mecîd
Bi helkefta hilbijartina we yên rêzdar wek Berpirsê Giştî Rêkxistinê yê Tevgera Goranê û hilbijartina endamên Civata Neteweyî ya tevgera we, ez pîrozbahiyê li we û endamên Civata Neteweyî û hemî endam û alîgirên Tevgera Goranê dikim. Ez hêvî dikim ku hilbijartina serokatiya nû ya Tevgera Goranê xizmeta pêvajoya siyasî û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê û yekîtîya di navbera aliyên siyasî de bike.
Ez daxwaza serkeftinê ji we re dikim.
Mesûd Barzanî
17ê Sibata 2026ê
Basnews
