• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Kurdistanê 326 kesên din bi Koronayê ketin

Li Kurdistanê 326 kesên din bi Koronayê ketin
heta niha 110 kes canê xwe ji dest dane
Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê amarên 24 seatên derbazbûyî yên Koronayê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya wezaretê de hatiye diyar kirin ku di nava 24 seatên derbazbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 326 kesên din bi Koronayê ketine û 13 welatiyên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 3 hezar û 865 kes bi Koronayê ketine, 110 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane û 1392 kes jî ji Koronayê rizgar bûne.
Top