• Sunday, 08 February 2026
logo

Fûad Husên: Gotûbêjên me li gel NATOyê derbarê mîkanîzam û hevahengîyê bo berengarbûna Daişê berdewam in

Fûad Husên: Gotûbêjên me li gel NATOyê derbarê mîkanîzam û hevahengîyê bo berengarbûna Daişê berdewam in
Wezîrê derve yê Îraqê ragehand, gotûbêjên wan li gel NATOyê derbarê mîkanîzam û hevahengîyê bo berengarbûna Daişê berdewam in.

Wezîrê derve yê Îraqê, Fûad Husên bi rêya telefonê li gel hevtayê xwe yê Firansî, Jan Êf Lodiryan axivt û peywendîyên Îraqê û Firansayê gotûbêj kirin.

Herdû alîyan tekz kirin li ser berdewamîya hevahengîyê di navbera Îraq û Firansayê de li rahînana serbazan û piştîvanîya locistî di berengarbûna Daişê de.

Fûad Husên pesna rola Firansayê kir, di berengabûna Daişê de û got: Ew li gel NATOyê di gotûbêjan de ne, derbarê danana mîkanîzmeka hevpişik bo çawanîya ji navbirina Daişê li Îraqê.

Hevdem wezîrê derve yê Firansayê piştîvanîya xwe bo Îraqê tekez kir û paraztina serwerîya yasayî û vegeryan bo konfiransa Kiwêtê li ser avakirina Îraqê bi pêwîst zanî.

K24
Top