Dadgehê 16 sal cezayê girtîgehê da hevşaredara berê ya Nisêbînê
Rûniştina doza Hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya îro 22yê Hezîranê li 4emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê birêve çû ku Kaya bi tawanên “Xerakirina yekitî û yekparçebûna dewletê” û “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin.
Kaya ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê bi rêya SEGBÎSê tevlî rûniştina dadgehê bû ku parêzerên wê jî li dadgehê amade bûn.
Heyeta dadgehê pêşî biryara 9 sal cezayê girtîgehê eşkere kir û piştre jî ew ceza hincetên cuda zêde kir û cezayê ku li Kaya hat birîn gihîşt 16 salan.
Basnews
