Mesrûr Barzanî: Amede ne bo çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî bingehîn ligel hikûmeta federalî
Di civînê de ku Cîgirê Serokê Hikûmetê û endamên şanda danûstandinan beşdar bûn, guftûgo derbarê derencamên danpstandinan û çareserkirina pirsgirêkên bi hikûmeta federalî re li ser bingeha destûr hate kirin, bo gihîştin bi encam û rêkeftinê, bi arasteya dabînkirina maf û destkeftên destûrî yên Herêma Kurdistanê.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li wê kir, ku amede ne bo çareserkirina pirsgirêkên me bi awayekî bingehîn bi hikûmeta federalî re û bicihkirina pabendbûna me li hember dabînkirinamaf û destkeftên me yên destûrî, ji bo bigihin rêkeftineke giştgîr ku tê erk û berpirsatiyên herdu aliyan diyar be û cihê razemendiya herdu aliyan be. Ameje bi wê jî da, ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdu aliyan de, di berjewendiya tevahiya welatiyên Iraqê de ye û fakterekî girîng jî bo peydakirina armaniyê li navçeyê.
Di civînê de biryar hat dayîn, şandeke bilind a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokê Hikûmetê sibe Sêşemê 23. 6. 2020an serdana Bexdayê bike.
