Hana Çomanî, ji aliyên YNK û Helwêst, Yekgirtû, Nifşê Nû û Komel re: Bo çi bi nêzîkî 30 kursiyan ve diçin gel aliyekî dijberê kurd û Kurdistan ku tenê 3 kursiyên wê hene?
Rojnamevan Hana Çomanî di posta xwe ya herî nû de li ser tora civakî ya Facebookê rexneyên tund li wan aliyên siyasî yên kurdî dike ku serdana Reyan Kildanî kirine û ew pêngav weke “Cihê şermezariyê” binav dike.
Hana Çomanî bi êş amaje bi wê dike ku hindek ji wan aliyan xwe li hember Kildanî biçûk kirine, wek kurdekî hest bi şermezariyê dike, ji ber ku tiştekî bi êşe ku aliyek xwediyê hejmareke mezin a kursiyan be û bikeve xizmeta kesekî ku tenê sê kurdiyên wî hene û kar û pîşeya wî jî tenê dijminahî kirina kurd û Kurdistan e.
Ew rojnamevan danaberheveke hejmarî dike û dibêje: “Ew aliyên ku çûne gel Kildanî, nêzîkî 30 kurdiyên wan hene, lê diçin hember Serokê Milîsekî ku ti posteke wî ya fermî û hikûmî û parlamenî nîne.”
Hana Çomanî pirseke cidî li aliyên Helwêst, Yekgirtû, Nifşê Nû û Komela Dadgerî dike û dibêje: “Ew bi çi navnîşanekî çûne gel kesekî ku ji bilî çekdarî û dijminatî kirina bi Pêkhateya Herêma Kurdistanê, ti çeper û pêgeheke wî ya din tune ye?”
