Şandeke Bilind a Hikûmeta Iraqê li Hewlêrê ye
Şandeke Bilind a Hikûmeta Iraqa Federal li Hewlêrê ne û civîn pêkanîne û berpirsekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî radigehîne, tekezî li ser hevbeşî û karên pêkve berdewam û pêşxistina hemahengiya zêdetir li ser tevahiyan waran de hatiye kirin.
Dr. Umêd Sebah Serokê Dîwana Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê, belav kiriye ku pêşwaziya şandeke bilind a Hikûmeta Iraqa Federal kiriye.
Herwaha aşkera jî kiriye: “Roja duşema borî li dîwana Civata Wezîran me pêşwaziya şandeke pilebilind a Hikûmeta Federal a Iraqê kir bi serokatiya Elî Mearic, Cîgirê Wezîrê Petrola Iraqê û hejmarek berpirsên din ên hikûmetê.”
Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, herwaha aşkera kiriye: “Di civînê de Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê amade bû, tekezî li ser hevkarî û xebata hevbeş a berdewam û pêşxistina hevrêziya zêdetir di hemû waran de hat kirin."
Basnews
