Balyozê Macaristanê silavên Serok û Serokwezîrê welatê xwe digehîne Serok Barzanî
Serok Mesûd Barzanî îro 16.02.2026, pêşwazî li Balyozê Macarîstanê li Iraqê Osama Îbrahîm Nafa kir.
Di hevdîtinê de, Balyozê Macarîstanê silavên Serokkomar û Serokwezîrê welatê xwe gihandin Serok Barzanî û tekez kir ku Hingarya giringiyeke mezin dide Herêma Kurdistanê û dixwaze di warên cuda de peywendiyên xwe yên aborî, siyasî û çandî bipêş bixe.
Serok Mesûd Barzanî jî ligel bixêrhatina balyoz, piştgiriya xwe ji bo berfirehkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Macarîstanê nîşan da.
Herwiha di hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser gefên terorê û metrsiyên serîhildana nû ya rêxistina DAIŞê û pêwîstiya hevahengiya navdewletî, da ku rê li ber derketina metirsiya terorê li navçeyê were girtin.
Rewş û pêşhatên herî dawî yên li Sûriyeyê û proseya siyasî ya li Iraqê mijarên din ên hevdîtinê bûn.
Basnews
