• Tuesday, 17 February 2026
logo

Heyder Şeşo: Metirsiya dubare bûna karesata Şingalê ya sala 2014ê heye

Gulan Media February 17, 2026 Nûçe
Heyder Şeşo: Metirsiya dubare bûna karesata Şingalê ya sala 2014ê heye

Fermandarê Hêzên Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo hişyariyê dide ku rewşa ewlehiyê ya Şingalê ne aram e û metirsî heye ku careke din xelkê herêmê bibe qurbaniya pîlanên siyasî û îdeolojiya DAIŞê.


Heyder Şeşo di hevpeyvînekê ligel K24ê de bal kişand ser rewşa aloz a Şingalê û hişyariyên eşîrên Êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê. Şeşo diyar kir, nîgeraniyên xelkê di cih de ne, ji ber ku hîn jî hinek alî û hêzên derveyî dixwazin Şingalê wekî qadeke ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û leşkerî bi kar bînin.

Şeşo destnîşan kir ku nabe xelkê Şingalê bibe perçeyek ji ajendayên aliyên cuda û got: "Em dibînin ku hinek alî hewl didin pîlanên xwe yên li ser Şingalê cîbicî bikin. Ev yek dibe sedema metirsiyê li ser jiyana welatiyan. Rewşa Şingalê êdî tehamula karesateke nû nake û nabe xelkê me bibe qurbaniya nakokiyên siyasî."

Heyder Şeşo bal kişand ser veguhestina malbatên DAIŞê ji Sûriyeyê (Kampa Holê) bo kampên li Iraqê û ev pêngav wekî gefeke mezin bi nav kir. Şeşo got: "Zêdetirî 5 hezar û 700 kesên ku bi DAIŞê re peywendîdar in, ji Sûriyeyê anîne Iraqê. Ev kes xwedî heman îdeolojiya tundraw in ku di sala 2014’an de karesat bi serê miletê me anî. Divê ev kes werin darizandin û cezakirin, ne ku li kampan werin parastin. Hebûna wan li nêzîkî herêmên me gefeke rasterast e li ser ewlehiyê."

Fermandarê Êzîdxanê tekez kir ku berpirsiyarê yekem ê parastina Şingalê Hikûmeta Federal a Iraqê ye. Herwiha bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê kir ku bi hevahengiyeke rastîn û li ser bingeha rêkeftineke nû, aramiya deverê mîsoger bikin.

Heyder Şeşo di dawiya daxuyaniya xwe de bang li xelkê Şingalê û serokên eşîran kir ku hişyar bin û nebin amûrê pîlanên aliyên ku dixwazin herêmê ber bi şer û aloziyan ve bibin.

 

Basnews

 

Top