Bolton: Trump di bin bandora Erdogan de biryar da
John Bolton ji kenala ABC re li ser mijara doza Halkbankê axvî ku wî di Pirtûka xwe ya bi navê ‘The Room Where It Happened’ de jî behsa wê mijarê kiriye.
Bolton weke yek ji sedema jikardûrxistina Geoffrey Berman, Serdozgerê Herêma Başûr a New Yorkê ji aliyê Trump ve, peywendî û axaftinên di navbera Trump û Erdogan de nîşan da û got, “Erdogan daxwaza rêkeftinekê dikir ku fişara li ser Halkbankê rake.”
Herwiha Bolton behsa peywendiyeke serokên herdu dewletan di Berfanbara 2018an de kir ku bi gotina wî heta niha ji ti serokekî Amerîkayê ew axaftin nebihsîtine û diyar kir, “Trump ji Erdogan re got, ‘Dozgerên New Yorkê zilamên Obama ne. Li benda wan kesên ku ez dê li şûna wan deynim bisekine, em dê vê meseleyê çareser bikin’.”
Şêwirmendê Berê yê Asayîşa Niştîmanî ya Amerîkayê got jî “Trump di bin bandora serokê dewleteke biyanî destwerdanê di darazê de dike” û ragihand, “Rewşeke bi pirsgirêk e ku ji bo berjewendiyên xwe tişta dixwaze bide Erdogan û Halkbankê ku ew (Erdogan) û malbata wî week fondeke bertîlê bikar tînin.”
Serdozgerê Herêma Başûr a New Yorkê Geoffrey Berman ku ji aliyê Trump ve ji kar hatiye dûrxistin, lêkolîn li ser dosyeya Halkbankê jî dikir ku tê îddîakirin amborgoya li îranê binpê kiriye û Bolton jî jikardûrxistina wî wek “destwerdana serokekî di karûbarên darazê de bin bandora serok dewletekî biyanî de” binav kir.
Li aliyê din Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihandibû ku Geoffrey Berman îstîfa kiriye lêbelê Berman red kiribû ku wî îstîfa kiribe û diyar kiribû ku ew dê li ser erka xwe berdewam be.
Lêbelê paşê Wezîrê Dadê William Barr aşkere kir ku ew serdozger ji aliyê Trump ve ji kar hatiye dûrxistin.
John Bolton di sala 2018-2019ê de wek Rawêjkarê Asayîşa Neteweyî ya Amerîkayê li Koşka Spî kar kir û kesekî nêzîkê Donald Trump bû, li hinek cihan Trump ew wek bazê Koşka Spî binav dikir, lê piştre li ser nakokiyên ligel Trump ên derbarê siyaseta wî de dest ji kar kişand û Trump û Bolton ji du dostan bûn neyarên hev.
Rudaw
