• Sunday, 08 February 2026
logo

Karayilan hişyarî da: Bila Rûs û Ewropî neçin Tirkiyê

Karayilan hişyarî da: Bila Rûs û Ewropî neçin Tirkiyê
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel, Murat Karayilan diyar kir, ew “ketine serdemeke nû” û “şer dê gurrtir bibe” û hişyarî da tûrîstên Rûsî û Ewropî yên serdana Tirkiyê dikin û got: “Em bi dewleta Tirkiyê re di nava şerekî giran de ne, bila gelê Ewropayê û gelê Rûsyayê neyên Tirkiyê, eger hatin û zirarê tînin, em ji vê yekê berpirsyar nînin.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan di 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV de li ser şehadeta Kasim Engîn, êrişa Tirkiyê ya li Heftenînê, girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan û çalakiyên gerîlayên PKKê hin nirxandin kirin.

Murat Karayilan di vê hevpeyvînê de ragihand, em di nava şer de ne, em her roj şehîdan didin û dibêje: “Doh di Berxwedana Cenga Heftanînê de du hevrêyên me bi navê Mazlûm û Egîd li Girê Dûpişkê bi berxwedaneke dîrokî gihîştin şehadetê. Di şexsê van hevrêyan de şehîdên Cenga Heftanînê bi bîr tînim, soza ku me dane şehîdan dubare dikin.”

Karayilan amaje bi êrîşên wê dawiyê yên Tirkiyê yên li dijî PKKê, bi taybet yên li nav axa Başûrê Kurdistanê û devera Heftenînê dike û dibêje, armanca serekî ya Tirkiyê “dijatî û jinavbirina statuya gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê û li her cihekî din e.”

Em ketine serdemeke nû

Karayilan da zanîn ku ew ketine “serdemeke nû” û destnîşan kir:“Di vê serdemê de hem Rojhilat, hem Bakur, hem Başûr û hem jî Rojavayê Kurdistanê divê serdemê baş û rast fêhm bikin. Doza azadiyê ya Kurd îro ketiye serdemeke nû. Dewleta Tirk li dijî doza mafdar a Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, li dijî statuya gelê Kurd dest bi êrişê kiriye. Ev êriş gelekî berfireh e. Ew stratejî ye ku dewleta Tirk ji xwe re kiriye esas. Armanca xwe qirkirina gel û civaka Kurd e. Dixwaze statuya gelê Kurd a li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, destketiyên Kurdan ên li her deverê ji holê rakin. Dixwaze nehêle ku gelê Kurd bibe xwedî nasname. Armanca bingehîn a stratjiya wan wiha ye. Bêguman astên taktîkî yên vê stratejiyê jî hene. Niha bi vî rengî tê meşandin. Ev yek jî nîşan dide ku em bi rewşeke nû re rû bi rû ne.”

Şer dê gurrtir bibe

Fermandarê NPGê di beşeke din a axaftina xwe de diyar kir, ku dê şerê navbera PKKê û Tirkiyê gurrtir bibe û tekez dike: “Me got ku doza azadiyê ya Kurdistanê ketiye serdemeke nû. Me ev yek ne tenê di çarçoveya destwerdana dijmin a li Başûrê Kurdistanê anîn ziman. Bi giştî rewş wiha ye. Bi taybetî şerê di navbera me û dewleta TC a dagirker de îsal dikeve serdemeke nû. Me hin guhertin û nûbûn di nava xwe de çêkir. Xuya ye îsal wê şer bêhtir sor bibe.”

Murat Karayilan herwiha bi gotina “dem ne dema axaftinê lê dema çalakiyan e”, bang li ciwanên Kurd kir, ku li dijî Tirkiyê dest bi çalakiyan bikin. Karayilan dibêje: “Divê her kes di vê dema dîrokî de xwedî li wezîfeyên xwe derkevin. Ji bo vê jî bila kes li benda talîmatê nemîne. Her kes dikare xwe bike milîtanek. Bi xwendinê, bi hînbûnê, bi xwe birêxistkirinê her kes dikare bi rola xwe tevbigere. Dema ku bi vî rengî bû em ê teqez bi ser bikevin.”

Çalakiyên li metropolan divê zêde bibin

Di berdewamiya axaftina xwe de, Karayilan daxwaz dike, ku çalakiyên li dijî Tirkiyê û aboriya wê li Kurdistanê û bajarên metropol ên Tirkiyê zêdetir bibin û dibêje: “Li Bakurê Kurdistanê jî çalakî dibin. Hem çalakiyên gerîla hem jî çalakiyên xweparastinê dibin. Ev baş e. Ev yek nîşan dide ku îdîayên dewleta Tirk rast nînin. Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê şerekî berfireh ê psîkolojîk dimeşîne. Çalakiyên xweparastinê yên li Kuridstanê û metropolan ên li dijî ajan, nokar û aboriya dijmin tên kirin nexerab in, lê belê têrê nakin. Divê bêhtir bin. Pêwîstî bi vê yekê heye.”

Tirkiye qada şer e, bila xelkê Rûs û Ewropî neyên Tirkiyê

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) herwiha diyar kir, ku Tirkiye niha qada şer e û hişyarî da geştyar û welatiyên Rûsya û welatên Ewropayê, daku serdana Tirkiyê nekin, ji ber ku eger zirar bigihe wan, ew ji wê yekê berpirsyar nabin.

Murat Karayilan li ser vê mijarê wiha axiviye: “Di navbera me û dewleta Tirk a qirker de şerekî berfireh dimeşe. TC a dagirker terora dewletê li gelê me dike, hovîtiyê dike. Em ji gelê Ewropayê, gelê Rûsyayê dixwazin ku siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a li ser gelê Kurdistanê bibînin û weke tûrîst neyên Tirkiyeyê. Dema ku hatin Tirkiyeyê her dolarekî ku xerc dikin dibin fîşek û li gelê Kurd dikeve. Ji ber vê yekê divê neyên Tirkiyeyê. Eger bên Tirkiyeyê û zerarê bibînin em ê ji vê nebepirsyar bin. Ez nabêjim ku em ê wan bikin hedef, lê belê şerek diqewime, eger bên qada şer û zerarê bibînin hingî em ê ji vê yekê neberpirsyar bin. Ji ber vê yekê divê neyên.”

Armanca Tirkiyê Mîsqa Millî ye

Ew serkirdeyê PKKê behsa êrîşa Tirkiyê ya li ser Heftenînê dike û dibêje, peyama êrîşa Heftenînê “destwerdana di siyaseta Kurd de” ye û tekez dike, stratejiya Tirkiyê ya veşartî “pêkanîna Mîsaqa Millî” ye.

Karayilan ragiahnd: “Di vê mijarê de nuqteyeke cuda heye ku balkêş e. Mesela têkildarî operasyona li dijî Heftanînê şîrovekarên wan hin şîroveyan dikin. Ev şîrovekar yek ji aqilmendê dewletê ye, dibêje 'Divê operasyona Heftanînê tenê weke operasyona dagirkirina Heftanînê neyê dîtin'. Peyama ku dide girîng e. Dibêje, 'Dixwazin Bakurê Iraqê û Bakurê Sûriyeyê bikin yek. Herduyan li hev kom dikin û didin rûniştandin. Ev operasyon peyamek û destwerdanek li vê yekê ye'. Yanî bi eşkereyî dibêjin 'em operasyonê li dijî siyaseta Kurd dikin, dest li siyaseta Kurd werdidin, divê Kurd nebin yek'.

Dewleta Tirk dibêje ku operasyona li dijî Heftanînê yek ji mezintirîn operasyonên salên dawî ye. Hin armancên xwe eşkere kirin, lê hemû eşkere nekirin. Ev yek stratejiyeke veşartî ye. Em timî dibêjin, mirovên din jî dibêjin. Stratejiya wan a veşartî dagirkirina 'Mîsakî-Mîllî' ye. Asta vê ya taktîkî eşkere dikin. Ya ku eşkere bûye çi ye? Bi zexta li ser siyaseta Başûrê Kurdistanê dixwaze li pêşiya avabûna yekîtiya neteweyî ya Kurdan bibin asteng. Dixwaze hêzên Kurdan li dijî hev bi kar bîne. Dixwaze Rojava û Başûr, Başûr û Bakur li ber hev rake, nehêle yekîtiya xwe çêbikin. Yek ji armancên wan ên eşkere bûye ev e.”

Tirkiyê roja 17ê Hezîranê operasyoneke bejahî bi navê Çengê Piling li nav axa Başûrê Kurdistanê li dijî PKKê ragihand.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê derbarê wê operasyonê de pêştir ragihandiye, ku hejmarek komandoyên wî welatî bi helîkopterên cengî derbasî devera Heftenînê ya ser bi qezaya Zaxoyê ve bûne û li dijî PKKê dest bi operasyonê kirine.

Hêzên Parstina Gel (HPG) jî ku baskê leşkerî yê PKKê ye, li ser wê operasyonê daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye, wan her di destpêkê de derbek giran li hêzên Tirkiyê xistiye û operasyona Tirkiyê bê encam bûye.

Rudaw
Top