Nêçîrvan Barzanî: Dema vê yekê hatiye em hemû dosyeyan yekalî bikin
Nêçîrvan Barzanî roja Şemiyê 20ê Hezîrana 2020 bi serdanekê gihîşt Bexda ya paytexta Iraqê û di dema du rojên bihorî de ligel hersê serokatiyên Iraqê û hejmarek serkirde û aliyên siyasî yên Iraqê civîn û hevdîtin pêk anîn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê serdana Serok Nêçîrvan Barzanî û civînên û hevdîtinên wî yên li Bexdayê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînên xwe yên li gel aliyên Iraqî de, Nêçîrvan Barzanî, pirsgirêk û berpirsyariyên li hemebr wan pirsgirêkan, ji bo hemû iraqiyan wek hevbeş bi nav kir û got: “Me hemûyan yek çarenivîs heye û pirsgirêkên Iraqê û Herêma Kurdistanê pirsgirêka hemû Iraqiyan e.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, ku “piştî ezmûna tehl a çendîn salên ji girift û kêşeyên di navbera her du aliyan de, êdî divê em neçin ser berê, ji ber ku niha dema vê yekê ye ku em bigihin têgihiştineke hevbeş û bi rêkeftineke giştgîr a cihê rizamendiya her du aliyan, ku aramî, dadperwerî û pêşketina ji bo niha û paşeroja me ya hevbeş dabîn bike, em pirsgirêkan bi yekcarî çareser bikin.”
Nêçîrvan Barzanî rewşa niha û astengiyên wê wek rewşek dijwar bi nav kir û got: “Em dikarîn qeyranan bikin derfet bo hevkarî û karkirina bi hev re, rûbirûbûna dijwarî û qeyranên niha yên welat jî berpirsiyariya hevbeş a me hemûyan e û berdewamiya kêşeyan di berjewendiya tu aliyek de nîne.”
Li gor daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî tekez dike: “Em hemû pêkve bi hevkariyê dikarin bigihîn têgihiştineke hevbeş li ser awayeke birêvebirina baştir a welat, daku xizmeta hemû welatiyan bê kirin.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li wê yekê jî kir, ku Herêma Kurdistanê amade ye tevahiya kêşe û dosyeyên hilawestî yên li gel Hikûmeta Federal “li ser bingeha Destûr û bi berçavgirtina sîstema federalî û maf û erkan û ewlewiyeta rewşa niha ya jiyan û debara welatiyan” çareser bike. Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje: “Rola serkirde û hêz û aliyên siyasiyên Iraqê jî ji bo piştgîriya li guftûgo û çareserî û gihîştina rêkkeftinê bi girîng û pêwîst û erkê hemuyan zanî.”
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye gotin, ku serkirde û aliyên Iraqî ji bilî piştgirîkirina li nêrînên Serok Nêçîrvan Barzanî, “serdana wî ya di vê dem û rewşê de wele peyameke erênî û pêngaveke dirust a Herêma Kurdistanê li beramber Bexdayê û xemxurî û ciddiyeta wî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi nav kirin û xkeyfxweşiya xwe bi amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo guftûgo û çareserkirina tevahiya kêşeyan û gihîştina bi rêkeftinekê li gel hikûmeta Federal nîşan dan.”
Rudaw
