Li Kobanê 72 hezar xwendekar ji perwerdeyê bêpar mane
Ji ber aloziyên leşkerî û krîza mirovî, pêvajoya xwendinê li bajarê Kobanê nêzîkî mehekê ye bi temamî hatiye rawestandin. Dibistanên bajêr ku diviyabû cihê perwerdeyê bin, îro bûne penageha koçberan.
Li bajarê Kobanê, ji ber rageşiya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyeyê de, deriyên dibistanan li pêş xwendekaran hatine girtin. Ev nêzîkî mehekê ye zengila dibistanan li bajêr lê naxe û ev yek bûye sedema nîgeraniyeke mezin di nav xelkê herêmê de.
Yek ji sedemên sereke yên rawestandina xwendinê ew e ku piraniya avahiyên dibistanan ji bo xelkê ku ji ber şer ji deverên cuda (wek Şêx Meqsûd û gundewarên Helebê) koçberî Kobanê bûne, hatine terxan kirin. Koçber di polên xwendinê de bicih bûne û ev yek jî rê li ber berdewamiya perwerdeyê digire.
Xwendekar Cewahir Elî dibêje: "Ez xwendekara pola 10’an im. Mehek e dibistanên me hatine girtin. Her carê ku êrîş û alozî çêdibin, perwerdeya me tê sekinandin. Em dixwazin vegerin dibistanên xwe û pêşeroja xwe ava bikin."
Her wiha welatiyê Kobanî Bekrî Mihemed Bozan jî bal kişand ser bandora neyînî ya vê rewşê û got: "Zarokên me hemû li kolanan mane. Em aştiyê û aramiyê dixwazin da ku miletê me vegere ser erd û milkê xwe û zarok daxilî dibistanan bibin. Êdî bes e şer."
Rêveberê Dibistanên Kobanê Rêzan Eto diyar dikin ku ew di rewşeke dijwar de ne û ji bo çareserkirina vê krîzê bang li rêxistinên navdewletî, bi taybetî li UNICEFê dikin. Daxwaz dikin ku kampên taybet ji bo koçberan werin ava kirin da ku dibistan werin valakirin û zarok careke din dest bi perwerdeya xwe bikin.
Daneyên metrsîdar:
- Ji 20'ê meha borî ve pêvajoya xwendinê sekiniye.
- Nêzîkî 400 dibistan li seranserê herêma Kobanê girtî ne.
- Zêdetirî 72 hezar xwendekar ji mafê perwerdeyê bêpar mane.
Heta niha ne diyar e ku dê kengî ev alozî bi dawî bibin û perwerde careke din li bajêr dest pê bike.
K24
