• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê herêmê li gel Nûrî Malikî civiya

Serokê herêmê li gel Nûrî Malikî civiya
behsa çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, duh Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civînên xwe yên li gel Emar Hekîm û Hadî Amerî, li gel Serokê tevgera dewleta Qanûnê Nûrî Malikî jî civiya.

Di civînan de her du alî behsa kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê, çareser kirina wan di çarçoveya destûra bingehîn ya Îraqê û rewşa giştî ya Îraq û deverê kirin.

Weke tê zanîn Serokê herêma Kurdistanê duhê serdana Bexdayê kiribû û li gel Serokwezîr, Serokkomar û Serokê parlementoya Îraqê civiya bû.

Top