HAK-PAR: Bila PKK dest ji çekê berde û ji Başûrê Kurdistanê vegere
Hak-Parê bi sernava “Operasyonên leşkerî û polîtikayên tundî nabin çareserî” daxuyaniyek belav kir û têde dibêje gelê Kurd êdî şer û tundiyê naxwaze û herwiha naxwaze bê kuştin.
Di daxuyaniya xwe de Hak-Par destnîşan dike ku ev heyameke dûr û dirêj e “Tirkiye, bi hinceta ku parastina ewlehiya sînoran, rêgirtina derbaskirina sînoran û rêgirtina li hemberî gefa terorê li Herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê operasyonan pêk tîne. Tevî ku her caran dizanin encam çi dibe, lê dîsa jî heman rê û rêbazan bikart tîne û li ser operasyonên leşkerî berdewam dibe. Her car balafirên şer radibin, bi hezaran bombe û guleyan direşînin û kesên sivîl dibin qurbanî, lê bihaneyên operasyonên Tirkiyê ti caran ji holê narabin. Ew operasyon dibin sedema xerckirina bi milyonan dolar.”
Hak-Par amaje dike ku ji aliyên dewlet û desthilatdariyên herêmê ve, ti caran mafên bingehîn ên Kurda weke mafên rewa nehatine dîtin û ti caran nexwestine bi rê û rêbazên mirovî û demokratîk nêzîkî pirsa Kurd bibin û her tim li hemberî mafê rewa yên Kurdan operasyonên leşkerî û polîtikayên tund bikar anîne.
Derbarê êriş û bombebaranên vê dawiyê yên Tirkiyê, li nav axa Başûrê Kurdistanê de jî Hak-Par radgihîne: “ Nabe artêşa Tirkiyê, serweriya mafê dewleta federe ya Kurdî tine bihesibîne, nabê bêdestûr herêmêm di bin rêveberiya herêmê de operasyonan bike. Divê dewleta Iraqê rê li ber vê yekê bigire û Neteweyên Yekbûyî jî nerazîbûna xwe li hemberî operasyonan nîşan bide.
Hak-Par dide zanîn ku ew ji destpêkê ve li dijî operasyonên leşkerî ne û bang li dewleta Tirkiyê dike operasyonên xwe yên leşkerî rawestîne û rêzê ji serweriya Herêma Kurdistanê bigire.
Di heman demê de Hak-Par daxwazê ji PKKê dike bêmerc dest ji çekê berde û dimeldest ji nav axa Başûrê Kurdistanl vegere û dibêje rijdibûna PKKê ya ji bo çek û tundiyê zerarê dide gelê Kurd.
Rudaw
