Ji bo akademîsyenên jin Foruma Keziyê tê lidarxistin
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Herêma Kurdistanê, ji bo akademîsyenên jin ên li zanîngeh û saziyên zanistî “Foruma Keziyê” saz dike.
Berdevkê Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Ebas Ekrem ji Rûdawê re ragihand ku armanca forumê xurtkirina rola jinan a li navendên biryardayinê û di diyarkirina siyaseta giştî ya zanîngehan de ye.
Ebas Ekrem got, îro bi çavdêriya Wezîrê Xwendina Bilind "Foruma Keziyê ya ji bo Jinên Akademîsyen" di asta zanîngeh û saziyên zanistî yên Herêma Kurdistanê de tê lidarxistin.
Beşdarên Forumê
Ebas Ekrem amaje bi wê yekê kir ku forum taybet e ji bo wan akademîsyenên jin ên ku di birêvebiriya zanîngeh, kolej û beşên cuda yên zanîngeh û peymangehan de xwedî rol û berpirsyarî ne.
Her wiha ew jinên ku di qadên zanistî de wekî mamoste û lêkoler dixebitin jî beşdar dibin.
Mijarên sereke yên forumê
Berdevkê Wezareta Xwendina Bilind bal kişand ser mijarên serekî yên forumê û got ku dê gotûbêj li ser sê mijarên bingehîn bên kirin.
Mijar ev in: Rola jinan di birêvebirina saziyên xwendina bilind de, rola jinan di pêvajoya avakirina jêhatîbûn û dahênanê de û rola jinan di warê lêkolîn û bipêşketinê de.
Ebas Ekrem da zanîn ku ev forum ne tenê ji bo gotûbêjê ye û got:
“Di dawiyê de hemû rasparte û pêşniyar dê bên amadekirin û dê bibin bingehek ji bo reformkirina siyaseta giştî ya li wezaretê."
Armanc bihêzkirina zêdetir a pêgeha jinan û zêdekirina bandora wan a li navendên zanistî û îdarî yên xwendina bilind e.
Rudaw
