Encumena fetwaya Kurdistanê: Bazirganîkirin bi pilazmaya xwînê heram e!
Piştî hat gotin ku ew nexweşên Koronayê yên ku baş dibin, dikarin pilazmaya xwîna xwe bidin kesên nexweş, li hinek bajaran hinek kesan dest bi firotina pilazmaya xwînê kirin!
Li ser vê mijarê, encumena bilind ya fetwayê ya Herêma Kurdistanê fetwayek da û ragihand, bazirganîkirin bi pilazmaya xwînê heram e û kî wê yekê bike gunehbar e.
Encumena bilind ya fetwayê bang li welatiyan kiriye, bi rizamendî û dilê xwe pilazmaya xwe pêşkêşî nexweşan bikin û canê nexweşên Koronayê rizgar bikin.
Basnews
