• Sunday, 08 February 2026
logo

Zaxo- Firokeyên şer ê Tirkiyê çend herêm bordûman kirin

Zaxo- Firokeyên şer ê Tirkiyê çend herêm bordûman kirin
Ji ber hebûna binke û baregehên gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) duhê êvarî firokyên şer ê Tirkiyê çend gundên nahiyeya Derkara navçeya Zaxoyê bordûman kir.

Rêveberê nahiyeya Derkarê Zêrevan Mûsa, ji BasNewsê re axivî û aşkere kir û da zanîn firokeyên şer ê Tirkiyê êvarê saet 11:30an bi bordûman kir û heta niha ew ziyanên encama wê bordûmanê nizanin.

Herwiha Zêrevan Mûsa aşkere jî kir firokeyên şer ê Tirkiyê gundê Ûsif Axa bi tûndî bordûman kiriye. Zêrevan Mûsa amaje bi wê yekê jî kir ku agirekî mezin li herêmê derketiye û ligor zanyariyan wan agir gihaye zeviyên cotkarên herêmê jî.

Basnews
Top