• Sunday, 15 February 2026
logo

Çalakvanek: Dîplomasiya Serok Barzanî ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê di dîrokê de bêhempa ye

Gulan Media February 14, 2026 Nûçe
Çalakvanek: Dîplomasiya Serok Barzanî ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê di dîrokê de bêhempa ye

Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ve, meseleya çarenûsa Kurdên li Rojavayê Kurdistanê bûye fikareke sereke ya serokatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê. Di demekê de ku hin alîyan hewl dane ku vê beşê welêt ji bo armancên partî û tundûtûjiyê bikar bînin, Serok Mesûd Barzanî, wekî sembola aştî û dîplomasiyê, hemû şiyanên xwe ji bo parastina destkeftiyên neteweyî yên li vê beşê Kurdistanê terxan kiriye.

Di vê derbarê de Hêriş Ehmed çalavanê siyasî, li ser rûpela xwe ya taybet di tora civakî ya Bacebookê de nivisiye: “Tiştê ku Serok Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo Rojavayê Kurdistanê kirine, di dîplomasiya navneteweyî de bêhempa ye. Qet berê hikûmeta federal a welatekî, bêyî ku dewletek serbixwe be, nekariye bi vî rengî bi zelalî û bi hêz ji bo beşek din a neteweya xwe li welatekî din bixebite û dengê xwe bigihîne navendên biryardanê yên cîhanê.”

Çalakvan siyasî amaje bi wê jî kir ku ev hewldan vê rastiyê îspat dikin ku sînorên çêkirî nikarin neteweya Kurd ji hev veqetînin û got: "Ev kar di rastî de nîşan dide ku sînorê di navbera vê neteweyê de bêwate ye. Ji ber vê yekê, em destxweşiyê li vê vîzyona neteweyî dikin û kor be, kesên ku Herêma Kurdistanê û yekîtiya neteweya Kurd nabînin.”

Hêriş Ehmed nîgeraniya xwe anî ziman ku zihniyeteke siyasî ya neyînî di demên berê de li Rojavayê Kurdistanê her tim hewl daye ku van hewldanên dîplomatîk asteng bike. Alî li şûna fikarên neteweyî, aloziyê diafirand û dewlemendiya Rojavayê Kurdistanê ji bo berjewendiyên hizbî bikar dianî, bi vî awayî jî rê li ber Kurdên li wî beşê welêt digirt ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin û wêneyek aştiyane ya xweşik nîşanî cîhanê bidin.

Herwaha gotiye: “Ew tiştê ku li Rojavayê Kurdistanê ji hêla dîplomatîk ve tê dîtin, vîzyona Serok Barzaniye, ji bo Rojavayê Kurdistanê ji destpêka şoreşa Sûriyê ve. Ger ev gav ji wê demê ve bihatana avêtin, rewşa Rojavayê Kurdistanê ji Rojhilatê Firatê heta Hesekê nediçû.”

 

Basnews

Top