• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Munîhê dîplomasiya germ: Nêçîrvan Barzanî bi serkirdeyên cîhanê re civiya

Gulan Media February 14, 2026 Nûçe
Li Munîhê dîplomasiya germ: Nêçîrvan Barzanî bi serkirdeyên cîhanê re civiya

Nêçîrvan Barzanî di roja duyem a Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi gelek serok û serkirdeyên cîhanê re civiya.

Yek ji wan berpirsên pilebilind ên cîhanê ku Nêçîrvan Barzanî pê re rûnişt, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bû.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser civîna xwe ya bi Marco Rubio re ragihand:

"Min spasiya Wezîr Rubio kir ku Amerîka piştgiriya xwe ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê didomîne.

Her wiha min tekezî li ser xurtbûna hevpariya me ya stratejîk kir ku li ser bingeha berjewendiyên hevbeş û pêbendiya hevbeş a ji bo aramiya herêmê hatiye avakirin."

Pêwendiyên bi Kongreya Amerîkayê re

Şandeya Kongreya Amerîkayê ya bi serokatiya Lindsey Graham, senatorê herî pilebilind ê Komariyan û dostê nêzîk ê Trump jî bi Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re civiya.

Di civînê de li ser pêwendiyên dualî, bipêşxistina hevkariya hevbeş, rewşa gelê Kurd a li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dan û standin hatin kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn:

"Ez ji bo rola Kongreya Amerîkayê ya di piştgiriya aştî û aramiya herêma me de spasdar im."

Piştgiriya Ewropayê ya ji bo Kurdistanê

Di civîneke din de, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyenê piştgiriya Ewropayê ya ji bo aramiya Herêma Kurdistanê ducare kir.

Von der Leyenê pesnê hewlên Nêçîrvan Barzanî û rola Herêma Kurdistanê ya wekî faktoreke girîng a aramiya li herêmê da.

Nêçîrvan Barzanî li ser vê hevdîtinê jî got:

"Derfeteke girîng bû ku em li ser wan mijarên ku di berjewendiya her du aliyan de ne dan û standinan bikin.

Min spasiya Seroka Komîsyonê û Yekîtiya Ewropayê kir ku bi berdewamî piştgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê dikin."

Bipêşxistina pêwendiyên bi Holendayê re

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha ragihand ku ew li gel Serokwezîrê Holendayê Dick Schoof li ser xurtkirina pêwendiyan û pêşhatên li Rojhilata Navîn axiviye.

Serokwezîrê Holendayê Dick Schoof li ser civînê da zanîn:

"Civîneke gelekî baş bû, me dan û standineke nîşane kir çimkî em du dost in.

Holenda helbet gelek alîkariyan pêşkêş dike.

Konsulê me yê gelekî baş li Hewlêrê heye, loma serdaneke pir nîşane bû."

Rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê

Rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di hemû civîn û hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê yên bi serkirdeyên cîhanê û herêmê re mijareke sereke bû.

Di civîna bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re de, Şamê pesnê rola serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ya di peymana navbera Şam û HSDyê de da.

Her wiha spasiya Hewlêrê kir ku alîkariya koçberan dike û ji bo parastina aramiya li herêmê dixebite.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya çareserkirina krîzên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî ji Rûdawê re ragihand:

"Civîna me ya bi Birêz Nêçîrvan re gelekî baş bû. Hevdîtinên me berdewam in.

Birêz Nêçîrvan Barzanî careke din piştgiriya xwe ya ji bo peymana niha ya bi HSDyê re diyar kir û her wiha tekezî li ser piştgiriya xwe ya ji bo yekîtî û silametiya axa Sûriyeyê kir."

Civînên bi Komkara Ereban û Almanyayê re

Pêşhatên siyasî û ewlehiyê yên Îraq û herêmê mijarên sereke yên civîna Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban Ehmed Ebûlxeyt bûn.

Ehmed Ebûlgeyt li ser civînê got:

"Civîneke nîşane bû. Em piştgiriya wî dikin; em piştgiriya hemû herêmê dikin û em hêviya herî baş ji bo we û gelê Kurd dixwazin."

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha bi Wezîrê Dewletê yê Wezareta Parastinê ya Almanyayê Nils Schmid re civiya.

Nils Schmid tekez kir ku welatê wî dê di piştgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê de ji bo parastina aştî û aramiya herêmê berdewam be.

Nêçîrvan Barzanî her wiha bi Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher re jî pêşhatên dawî yên li herêmê û rewşa pêkhateyên dînî û neteweyî nirxand.

 

Rudaw

Top