• Thursday, 07 May 2026
logo

Amerîka bi hezaran Ereban ji welatê xwe derdixe

Gulan Media February 14, 2026 Nûçe
Amerîka bi hezaran Ereban ji welatê xwe derdixe

Hikûmeta Amerîkayê bi fermî ragehand ku ew rewşa parastina demkî ya ji penaberên Yemenî pêşkeş kiribûn, ku ew dem jî 10 sal bûye bi dawî hatiye.


Duh 13.02.2026ê, Wezîra Ewlekariya Navxweyî ya Amerîkayê Christie Noem ragihand ku mafê parastina demkî di Mijdara 2015an de ji ber berdewamiya şer li Yemenê ji Yemeniyan re hatiye dayîn, lê ev maf dê di nav 60 rojên bê de biqede.

Li gorî çavkaniyan, nêzîkî 1400 kesan, ku hemî Erebên Yemenê ne, ji vê mafê sûd wergirtine, bi hinceta ku jiyana wan dê di xetereyê de be ger ew ji ber şer û rewşa awarte vegerin welatê xwe.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî nîqaşên bi ajansên hikûmeta Amerîkayê re, em gihîştin wê encamê ku destûrdayîna mayîna Yemeniyên ku ji parastina demkî sûd wergirtine ne di berjewendiya neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ye, ji ber vê yekê Yemeniyan 60 rojên wan hene ku derkevin."

Herwaha hat ragehandin ku her Yemeniyekî ku bi dilxwazîbixwaze ji Dewletên Yekbûyî derkeve, dê bilêtek rêwîtiyê ya belaş û 2600 dolar werbigire.

Berî naha jî, rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump statuya parastina demkî ji bo welatiyên Venezuela, Haîtî û Nepalê wekî beşek ji siyaseta Trump a sînordarkirina rêwîtiyê bo Dewletên Yekbûyî rakiribû.

 

Basnews

Top