• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Diyarbekirê 54 kesan bi Korona canê xwe jidest dane

Li Diyarbekirê 54 kesan bi Korona canê xwe jidest dane
Parêzgarê Diyarbekirê diyar kir, heya niha li bajêr 54 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane û rewşa 20 pêketiyan jî ne cîgir e.

Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaoglu ragihand, bi giştî li bajêr 54 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dane û niha 205 nexweş tên çareserkirin.

Parêzgarê Diyarbekirê diiyar kir, rewşa 20 nexweşan ne cîgir e û 6 nexweş jî bi amûreya henaseya destkirt dijîn.

Munîr Karaoglu destnîşan kir, piraniya kesên canê xwe ji dest dane, temenê wan di ser 65 saliyê re ne.

Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaoglu diyar kir, her kesê pabendî rênmayan nebe, wê bi 900 Lîreyên Tirkiyê bê sizakirin.

K24
Top