• Sunday, 08 February 2026
logo

Daxwaza vekirina dozê dijî Tirkiyeyê tê kirin

Daxwaza vekirina dozê dijî Tirkiyeyê tê kirin
Hijmareke zêde Parlementerên Îraqî dibêjin Tirkiye serweriya Îraqê binpê dike.

Ev demêke ku êrîş û operasiyonên Tirkiyeyê yên li dijî PKKê di nava axa Kurdistan û Îraqê de zêde bûne û di encama wan êrîş û operasiyonan de jî zirarên mezin yên canî û madî ber welatiyên sivîl ketine.

Li ser wan êrîşan, hijmareke Parlementerên Îraqê daxuyaniyeke hevbeş belav kirine û ragihandine ku Tirkiye serweriya Îraqê binpê dike û rewşa welat aloz dike lewre lazime hikûmeta Îraqê li Netewên Yekgirtî li dijî Tirkiyeyê doze veke.

Herwiha rayedar û berpirsên berê yên Îraqê weke Eyad Elawî û Nûrî Malikî jî daxwaza vekirina dozê li dijî Tirkiyeyê dikin
Top