Li Herêma Kurdistanê 266 kesên din bi koronayê ketin
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê îro 20 Hezîranê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Covid-19 belav kir.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê di dema 24 demjimêrên borî de li ser asta Herêma Kurdistanê 266 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê hatine tomarkirin û 9 kesan jî canê xwe ji dest da.
Wezaretê da zanîn ku li parêzgeha Hewlêrê 19 tûşbûn û yek mirin, li parêzgeha Silêmanîyê 196 tûşbûn û 5 mirin, li Germîyan 38 tûşbûn û yek mirin, li Raperîn 4 tûşbûn û yek mirin, li Helebce 7 tûşbûn û yek mirin û li Duhokê jî 2 tûşbûn hatin tomarkirin.
Li Herêma Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyên bi vîrusa koronayê gihîşt 3,539 kesan ku 1,358 nexweş baş bûne û 98 kesan jî heta niha canê xwe ji dest dane.
Heta niha 15400 hatine kerentînekirin, lê niha tenê 1010 kes li 31 cihên cuda, di kerentînê de, 274 li Hewlêrê û 739 li Duhokê ne. 14,387 kes ji kerentînê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema du hefteyan di kerentînê de derbaz kirine.
Rudaw
