• Sunday, 08 February 2026
logo

ENKS poza Çavûşoglû şikand

ENKS poza Çavûşoglû şikand
dibêje ew aliyên han demografiya herêmên dagîrkirî diguherin
Piştî ku wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawûşoglû li ser mijara yekîtiya Kurdan li Rojavayê û lihev kirina ENKS û PYDê gef li ENKSê kiribû û gotibû eger ENKS li gel PYD lihev bike vê bibe armanca raste rast ya êrîşên Tirkiyeyê, duhê ENKSê bersifeke dijwar da nav hatî.

ENKS eşkere kiriye ku ewin ku gefan li me dikin û me bi parçe kirinê tawanbar dikin, li Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî yên ku dagîr kirine, demogirafiya wan deveran diguherin û kes jî behsa vê yekê nake.

ENKSê herwiha eşkere kiriye ku ev gefên han bo têkdan û ji nav birina yekîtiya Kurdan û hewldanên heyî yên bo ava kirina yekitiye û ti qîmeteke wan li cem me tuneye.

Top