Tirkiyê kuştina serbazekî xwe li Heftenînê ragihand
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro, 19.06.2020, li herêma Heftenînê di navbera leşkerên wî welatî û gerîlayên PKKê de şer û pevçûnan çê bûn û di encamê de leşkerê bi navê Omer Kahya bi giranî birîndar bû.
Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, ew serbaz ji bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin, lêbelê ji ber birînên xwe yên giran li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Tirkiyê şeva 14ê Hezîranê operasyoneke esmanî bi navê Çengê Baz bo ser pêgehên PKKê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê û bakurê Iraqê pêk anî. Wezareta Berevaniya Tirkiyê piştî wê operasyonê ragihandibû, ku 81 pêgeh bûne armanca êrîşên balafirên wan.
Herwiha Tirkiyê di 16ê Hezîranê de jî operayonek bi navê Çengê Piling bo ser devera heftenînê li sînorê Batîfa ya Duhokê lidarxist.
Derbarê wê operasyonê de Tirkiyê û PKKê daxuyaniyên cuda belav kirin, Tirkiyê îdia kir, ku hêzên wan di wê operasyonê de zêdetir ji 500 armanc û pêgehên PKKê kirine armanca êrîşên xwe, lê HPG baskê leşkerî yê PKKê diyar kir, ku wan operasyona Tirkiyê ya li heftenînê her di destpêkê de têk bir û zirarek mezin gihand hêzên tirk.
Herwiha di encama bombebarana firoekyên şer ên Tirkiyê de li sînorê herdu nahiyeyên Şêladizê û Kanî Masê li Başûrê Kurdistanê 5 hemwelatinên sivîl canê xwe ji dest dan.
Rudaw
