Erdogan wezîrên Navxwe û Dadê ji kar dûrxistin
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Wezîrê Navxwe û Wezîrê Dadê ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan navên nû tayîn kirin.
Li gorî Ajansa fermî ya Tirkiyeyê “Anadolu”, bi biryara Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, di kabîneya hikûmetê de guhertin hatin kirin. Li gorî biryarnameya serokomariyê:
- Li şûna Ali Yerlikaya, Parêzgarê Erziromê Mustafa Çiftçi wekî Wezîrê nû yê Navxwe hat danîn.
- Li şûna Yılmaz Tunç jî, Serdozgerê Stenbolê Akın Gürlek wekî Wezîrê nû yê Dadê hat diyarkirin.
Tê çaverêkirin ku wezîrên nû di rojên pêş de li Parlamentoya Tirkiyeyê sûnda yasayî bixwin û bi fermî dest bi karên xwe bikin.
Piştî aşkerebûna navan, Partiya Gel a Komarî (CHP) nerazîbûneke tund nîşan da. CHPê bal kişand ser rola Wezîrê nû yê Dadê Akin Gurlek a di dozên li dijî Şaredarê Stenbolê Ekrem İmamoglu de û ragihand, "Ji ber biryar û helwestên Akin Gurlek ên li dijî Ekrem İmamoglu, em wekî CHP wezîrê nû yê dadê baykot dikin. Em ê bi ti awayî bi wî re danûstandinê nekin."
K24
