8 çekdarên girêdayî Tirkiyê li Efrînê hatin kuştin
Roja înê, 19ê Hezîranê, 8 çekdarên grûpa Feyleq el-Şam a girêdayî Tirkiyê li nêzîk gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa hatin kuştin.
Rêveberê ofîsa ragihandina ‘Eniya Niştimanî ya Rizgarkirinê’, ku Feyleq el-Şam beşek jê ye, ji medyaya ser bi opozisyonê re ragihand ku hejmarek şervanên YPGê xwevidizîne xaleke çekdarên Feyleq el-Şam li gundê Basûfanê û 4 çekdar kuştine û laşên wan mîn kirine.
Li gor heman çavkaniyê, dema ku çekdarên Feyleq el-Şam hatine ser termên kuştiyên xwe, ew mîn bi wan de teqiyane û 4 çekdarên din hatine kuştin.
Lê heta niha, ne YPGê û ne hêzên Rizgarkirina Efrînê tu daxuyanî derbarê vê operasyonê nedane û berpirsiyariya xwe di ber de ranegihandine.
Rudaw
