Hikûmeta Kurdistanê li ser şehîdkirina sivîlan ji aliyê Tirkiyê ve daxuyaniyek da
Berdevkê hikûmeta Kurdistanê, Adil Cotyar li ser operasyonên Tirkiyê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê li dijî hêzên PKKê û şehîdkirina welatiyên sivîl di encama êrişa firokeyên Tirkiyê de daxuyaniyek da û ragihand, ew ji rûdanên ku li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê diqewimin, nîgeran û dilgiran in.
Adil Cotyar di daxuyaniyê de gotiye: Hikûmeta Herêma Kurdistanê şehîdkirin û ziyan gihandina welatiyan, ji aliyê her kesî ve û bi her sebebekî hatibe kirin, şermezar dike.
Di daxuyaniya berdevkê hikûmetê de her wiha hatiye gotin: Em daxwaz ji Tirkiyê dikin rêzê li serweriya xak û welatê me bigire û divê PKK jî ji wan deveran derkeve da ku êdî nebin sebeba çêbûna aloziyê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê.
Berdevkê hikûmeta Kurdistanê her wiha ragihandiye, hikûmeta Kurdistanê dixwaze pêwendiyên wê bi welatên cîran re dostane bin û xaka Herêma Kurdistanê ji bona êrişa li dijî ti welatekî neyê bikaranîn.
Basnews
