• Sunday, 08 February 2026
logo

Duhok - Hejmara şehîdên bordûmana firokeyên Tirkiyê gihîşt 5 kesan

Duhok - Hejmara şehîdên bordûmana firokeyên Tirkiyê gihîşt 5 kesan
Li parêzgeha Duhokê 2 sivîlên din di êrişa firokeyên Tirkiyê de şehîd bûn.

Peyamnêrê BasNewsê li devera Amêdî, Rojhat Loqman ragihand, li deverên Şêladizê û Berwarî Bala yên bajarokê Amêdî yê Duhokê 2 sivîlên dî di êrişa firokeyên Tirkiyê de şehîd bûn.

Li gorî agahiyên peyamnêrê me, çend saet beriya niha jî 3 sivîl di êrişa firokeyên Tirkiyê de şehîd bibûn, bi vî rengî hejmara kesên ku îro di êrişa firokeyên Tirkiyê de şehîd bûne, gihîşt 5 kesan.

4 kes ji wan sivîlên ku şehîd bûne, xelkê nahiya Şêladizê bûn û yek jî xelkê gundê Qedişê yê nahiya Kanî Masê bû.

Basnews
Top