• Tuesday, 10 February 2026
logo

Rêya xelasiya ji çixareyê: Dermankirin û piştevaniya derûnî

Gulan Media February 10, 2026 Nûçe
Rêya xelasiya ji çixareyê: Dermankirin û piştevaniya derûnî

Li Bakurê Kurdistanê bi helkefta 9ê Sibatê Roja Cîhanî ya Berdana Çixareyê çalakî hatin lidarxistin.

Li navendên tenduristiyê stand hatin vekirin û xizmeta tenduristî û şêwirmendiyê hat pêşkêşkirin.

Berpirsên tenduristiyê bangî xelkê kir ku ji bo berdana çixareyê navendên tenduristiyê ziyaret bikin.

“Rojane 300 kes ji ber çixareyê dimirin”

Birêvebira Saziya Tenduristiyê ya Navçeya Îpekyoluyê Zubeyde Kulê got:

“Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî mirinên herî zêde ji ber çixare û nexweşiyên ji ber kişandina cixareyê ne.

Tenê li Tirkiyeyê rojane 300 kes ji ber kişandina çixareyê û nexweşiyên çixareyê dimirin.

Li hemû bajaran navendên jiyana tendurist hene. Ez bangî welatiyên me dikim, bila dest ji çixareyê berdin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî hezar û 300 navendên berdana çixareyê hene û kesên ku dixwazin diçin wan navenda ziyaret dikin û piştgiriya tenduristî û derûnî werdigirin.

Derûnnas Welat Renda jî got, “Tîmên me destpêkê ji wan kesan testên pêwîst werdigirin.

Piştî testan rêbaza dermankirinê diyar dikin û pêvajo dest pê dike.

An derman tên dayîn an jî banda nîkotînê tê bikaranîn.

Dema bijîşk pêwîstiyê bi dermankirinê nebîne, kesê ku dixwaze dest ji çixareyê berde ji bo derûnnas an jî karmendê civaknasiyê tê şandin û pêvajoya berdana çixareyê wiha dest pê dike û didome.”

Di navbera 15-17 milyon kesan çixareyê bi kar tînin

Li gorî amarên fermî, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di navbera 15-17 milyon kesan çixareyê bi kar tînin û salane zêdetirî 80 hezar kesan ji ber bikaranîna çixareyê dimirin.

 

Rudaw

Top