• Tuesday, 10 February 2026
logo

Samî Oşane: Em daxwaza sererastkirina peyrewa navxwe ya parlamentoyê dikin

Gulan Media February 10, 2026 Nûçe
Samî Oşane: Em daxwaza sererastkirina peyrewa navxwe ya parlamentoyê dikin

 Endamê lîsteya Soyana ya Xirîstiyanan li Encûmena Nûnerên Iraqê amaje bi wê yekê dike ku ew mafê xwe dizanin ku serokatiya lijneyekî parlamentoyê wergirin û daxwaza sererastkirina peyrewa navxwe ya Parlamentoya Iraqê dikin.


Parlamenter Samî Oşane ji BasNewsê re ragehand: ‘’Me daxwaz kiriye peyrewa navxwe ya parlamentoyê bê sererastkirin, ji ber ku wek fraksiyona Xirîstiyanan a herî mezin li Parlamentoya Iraqê em mafê xwe dizanin ku serokatiya lijneyekî li Encûmena Nûnerên Iraqê em wergirin.’’

Herwaha got: ‘’Di dem û dewrên berê yên parlamentoyê de, Xirîstiyanan re ti post û peywirek li parlamentoyê nehatiye dayîn, lê divê naha ji Xirîstiyanan re serokatiya lijneyekî bê dayîn.’’

Basnews

Top