Mehmûd Ûsman: Kazimî ti pêngavên kiryarî ne havêjtîye bo çareserkirina arîşeyên Hewlêr û Bexdayê
Derbarê gotûbêjên Hewlêrê û Bexdayê, Mehmûd Ûsman ragehand, Mistefa Kazimî gelek diaxive, heya niha nizanin heya ti radeyê evan arîşeyan çareser dike. hêj kêmtir behsa arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdyê dike, zêdetir behsa pirsa serbazî û peywendîyên Îraq û Emerîka dike.
Got jî, dû caran şanda Herêmê serdana Bexda, lê ti tişteke konkirîtî durist nebûye, divê çaverê bin bizanîn şanda Herêmê dê çi bike? Lê divê bi hûrî li gel Kazimî biaxive. Kazimî jî meha dahatî diçe Emerîka û hatîye banghêştkirin, lew weha dîyare çareserkirina arîşeyên Hewlêr û Bexdayê karê wî yê pêşîn nebe, çunku zêdetir mijûlî dîyaloga stratîcî ya Îraq û Emerîkayê ye. Hêvîdarim şanda Herêmê ku diçe Bexda hewil bidin arîşeyan çareser bikin û bi cidî li gel Bexda biaxivin. Niha nekarîn hukma pêşdem bidin.
Herweha got: Nabe geşbîn û xweşbawer bin, çunku hêzti tiştek nîye ku me geşbîn bike û nabe lezê bikin.
Derbarê pişikdarîya Kurd di danûstandinên stratîcî di navebera Îraq û Emerîkayê de, Mehmûd Ûsman got: raste Kurd pişikdare û mafê wî ku pişikdar be di wan danûstandinan de û evê carê wezîrê derve yê Îraqê Kurd e. Renge ew dosê li jêr desthelat wî wezîrê Kurd be, lê bi bawerîya min, dîyaloga stratîcî di navbera Îraq û Emerîkayê de, ti mifayek nîye bo Kurd.
Derbarê sîyaseta Emerîkayê beranber bi Herêma Kurdistanê û mifa ya vemana Emerîkayê li Îraqê bo Kurd, Mehmûd Ûsman got: Emerîka 17 sal in li vir eti xêr bo Kurd Nebûye. Dema me arîşe li gel Bexda hebûye, ti pirsgirêkek a Kurd çaerser nekirîye, tim bi alîyê Bexdayê ve daşikandîye, ji bo ku Emerîka wek ewa wî divê vemîne. Bi nerîna min divê Îraqî daxwaz bikin, Emerîka bi xwazta Îraqê vemîne. Herweha Emerîka di danûstandinên xwe de dixwaze mîlîşya yên berela yên Heşda Şeibî, ku rasterast piştîvanî Îranê dikin, çekan danin. Mistefa Kazimî jî, hêj ti tiştek li beranber wan nekirîye.
Derbarê çuna şanda Kurdî bo Bexda, Mehmûd Ûsamn got: Hêvîdarim Kurd li gel hev rêk bin, bi hev re gotûbêjên cidî li gel Kazimî bikin. Cihê daxêye niha Partî û Yekêtî nakokin, perlaman nacive. Bi vê rewşê em nekarîn li Bexda di danûstandinan de bihêz bin. Divê ew rewşa navxweyî baş bikin; daku bikarin li Bexda bihêz bin.
Di dawîya axivtinên xwe de, got: Emerîkayê ti destwerdan nekirîye bo çareserkirina arîşeya made ya 140, arîşeya Petrol û Gazê û pirsa budceya Pêşmerge. Car car arîşe di navebera me û Bexdayê de hebû ye û Emerîka bi alîyê Bexdayê ra daşikandîye. Pêwîste bawerîya Kurd bi Emerêkayê nebe û pişta xwe pê girê nede. Çunku me reftarên wê dîtine di kevin de û di niha de. Lê peywendî hebe, pêwîste, Emerîka welatek bihêz û mezine. Divê Kurd xwe bi yek alî ve girê nede, ji ber ku ti zemanetek weha bo me Kurd nîne, lê eger li gel welatên din biaxivîn û peywendîyên me li gel hemû alîyan hebe, wê demê seng û giranîya me zêdetir dibe û nabe pişt bi Emerîkayê girê bidin. Dîroka Kurdî nîşan daye, ku pişt girêdan bi Emerîkayê serketî nebûye.
K24
