HPG derbarê şerê li Heftenînê daxuyanî da
Li gor daxuyaniya HPGê roja 16ê Hezîranê di navbera demjimêr 17.00-18.00an de firokeyên şer ên Tirkiyê herêma Keşanê bombebaran kiriye û ber bi êvariya hemna rojê jî, “bi obus û hawan bombebaraneke giran li qadên Bektorya, Şehîd Kendal, Şehîd Berîvan û Tepê Dûpişkê kirin. Piştî vê bombebaranê saet di 23:00an de dagirkeran bi piştgiriya helîkopterên êrişê, balafirên şer û balafirên bêmirov bombe li qadên Şehîd Sîpan, Şehîd Berîvan, Tepê Dûpişkê barandin û bi helîkoperên skorsky leşker li herêmê danîn.”
HPGê tekez kiriye ku helîkopterên Tirkiyê hewl didan leşkerên xwe deynîn Girê Şehîd Adar li Heftenînê lê hêzên wan gule li helîkopteran reşandine û bêyî ku leşker dakevin herêmê ew helîkopter neçar mane ku vekişin.
HPGê tekez jî kiriye ku hêzên wan roja 17ê Hezîranê jî li girên, “Şehîd Berîvan û Kato Sulê bênavber çalakiyên sabotajê li dar xistin” û hêzên wan 4 caran li hêzên Tirkiyê dane ku “hewl didan ber bi girê Şehîd Sîpan ve bi pêş ve biçin” û ew hêz “têk birin û liv û tevgera dagirkeran a li qadê rawestiya.”
Li gor daxuyaniya HPGê di encama wan êriş, şer û pevçûnan de, “bi dehan leşkerên dijmin hatin cezakirin û gelek leşker jî birîndar bûn. Di operasyona 2 rojan de hevrêyên me Şahîn, Tolhildan û Çiya şehîd bûn. Dagirker 2 rojên dawî bi piştgiriya teknîkê bombardûmaneke giran li qada Heftanînê dikin û liv û tevgera hewayî li herêmê dewam dike.”
Herwiha hatiye ragihandin ku ji ber êriş û bombebaranên Tirkiyê şewat li herêmê derketiye.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandibû şeva 16 li ser 17 vê mehê , leşkerên wan di çarçova ‘operasyona ‘Pençe Piling’ de derbasî herêma Heftenînê bûne li Başûrê Kurdistanê.
Rudaw
