Erebistana Siûdî êrîşên Îran û Tirkiyê bi tûndî rexne kir
Erebistana Siûdiyê destwerdana serbazî ya Tirkiyê û Îranê bo ser axa Iraqê weke binpêkirina serweriya Iraqê û êrîşên dijminkarî destnîşan kir.
Erebistana Siûdiyê di daxuyaniyê de, destwerdanên serbazî yên Tirkiyê û Îranê bo ser axa Iraqê weke binpêkirina serweriya Iraqê û êrîşên dijminkarî destnîşan kiriye û ragihandiye ew, êrîşên Tirkiyê û Îranê yên li ser axa Iraqê li dijî hemû yasayên navdewletî ne.
Hêjayî gotinê ye çend roje Komar Îslamî ya Îranê û Tirkiye di heman demê de binkeyên PKKê li herêmên sînorî yên Herêma Kurdistanê bordûman dikin.
Basnews
