Serokê komîsyona tenduristiyê: Li Silêmaniyê Korona siyasî kirin loma zêde belav dibe!
Parlementerê Kurdistanê û serokê komîsyona tenduristiyê li parlementoyê, dr. Sebah Zêbarî li ser belavbûna vîrusa Koronayê li Silêmaniyê ji BasNewsê re got, mixabin hejmara pêketiyan û miriyên Koronayê li wê parêzgehê roj bi roj zêde dibe. Heta niha %80 kesên ku li Herêma Kurdistanê bi Koronayê mirine, li Silêmaniyê bûne û %60 wan kesên ku bi Koronayê jî ketine, li Silêmaniyê ne.
Dr. Sebah Zêbarî her wiha got, yek ji sebebên serekî yên belavbûna vîrusa Koronayê li Silêmnaiyê ew e ku hinek aliyan Korona kirin siyasî û welatî ji bicîhanîna şîretên tenduristiyê sar kirin. Heman ew alî di bin de hewl didin karmendên tenduristiyê neçin ser karên xwe, ev jî dibe sebeba felaketê.
Wî parlementerê Kurdistanê agahiyek sosret jî eşkere kir û got, dîmen di destê me de hene ku nîşan didin li parêzgeha Silêmaniyê, hinek kes li hember wergirtina dirav, mirovan bi qaçaxî ji Îranê derbasî Herêma Kurdistanê dike. Ev jî metirsîdar e. Divê sînor bên tundkirin û şîretên tenduristiyê jî bên bicîhanîn.
Basnews
