Almanya û Belcîka daxwaza vekirina deriyekî sînorî yê Rojavayê Kurdistanê dikin
Herdu welatan di proje biryarê de eşkere kirin, ku pêwîstiya 11 milyon ji xelkê Sûriyê bi alîkariyên mirovî heye.
Berî niha Rûsya veto bikar anîbû û rê li ber şandina alîkariyan bi rêya Deriyê Til Koçer hatibû girtin, ku berê ji 4 deriyên sînorî alîkarî derbas dibû.
Lê piştî vetoya Rûsya niha alîkar tenê bi rêya du deriyên sînorî yên Tirkiyê derbas dibin, lewma Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê ji wan alîkariyan bêpar mane.
Rudaw
