• Sunday, 08 February 2026
logo

Kawa Ezîzî: Dema wê hatiye ku li Rojavayê Kurdistanê hejmûniya PKKê bi dawî bibe û navmala kurd bê rêxistin kirin

Gulan Media February 8, 2026 Nûçe
Kawa Ezîzî: Dema wê hatiye ku li Rojavayê Kurdistanê hejmûniya PKKê bi dawî bibe û navmala kurd bê rêxistin kirin

Piştî guhertinên dramatîk ên ku li Rojavayê Kurdistanê çêbûn û Kurdên li çar aliyên cîhanê anîn nav tevgerê, Dr. Kawa Ezizî, endamê Encumena Neteweyî ya Kurd (ENKS), radigehîne ku tenê yekîtiya di navbera aliyên Kurdî de û vegera bo prensîbên neteweyî dikare Kurdan ji vê krîzê rizgar bike. Ezizî tekez dike ku têkçûna dirûşmeya "Biratiya Gelan" îspat kiriye ku xwe spartina îdeolojiya hawirdekirî û ajendayên biyanî doza Kurd ber bi zinar ve biriye.

Rizgarbûna li zinar

 Dr. Kawa Ezîzî, endamê Encûmena Neteweyî ya Kurd (ENKS) ji BasNewsê re ragehand: “Rewşa Rojavayê Kurdistanê li hemû aliyekî ve pir cihê metirsiyê bû, eger hatina ser xet û pêgeha dîplomasiya Serok Mesûd Barzanî û destwerdana navneteweyî nebûya, eger Serok Barzanî ku hêza wî ya Vatîkan û welatên biryar bi dest li Ewropa û Amerîkayê bo parastina kurdan bîne ser xetê nebûya, niha dê rewş pir metirsîdartir bûya.”

Ew endamê ENKSê rexneyên tund li PKKê dike û dibêje: “Ew ramanên biyanî û çepgir ên ku sî sal berê bi hilweşîna Dîwarê Berlînê têk çûn, nikarin pêşeroja Kurdan biparêzin.”

Ezîzî di wê baweriyê de ye ku dem hatiye ku Kurdên Sûriyê enerjiya xwe di xizmeta ajendayên biyanî de winda nekin, taybetî piştî ku dîrokê têkçûna van nêzîkatiyan li herêmê îspat kiriye.

Gavên ber bi perava aştiyê ve

Ji bo derbaskirina vê qonaxê, Ezîzî nexşerêyek nû pêşkêş kir, ku ya herî girîng pêkanîna reformên bingehîn di tevgera siyasî ya Kurd de û avakirina merciyeteke neteweyî ya berfireh e.

Ew rêvebirê Kurd li Sûriyê daxwaz kir ku pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêkek neteweyî were çareserkirin û têkiliyên bi pêkhateyên din re li ser bingeha diyalogê werin avakirin, ne ku li ser hêza leşkerî ya yekalî xwe ferz kirin were danîn.

Kurdistan wek sîwan û merceh

Ezîzî tekezê li ser giringiya hemahengiya temam li gel Herêma Kurdistan û sûdwergirtin li ezmûna dewlemendiya wê kiriye û radigehîne, di vê qonaxê de girînge lobiyeyeke kurd ya bi hêz li derve were ava kirin û rola sereke ji bo rewşenbîr û pisporên kurd bên dayîn, heta ku di bin diruşma (Biratiya Kurdî-Kurdî) doza rewa ya gelê me li Sûriyê were parastin, ji ber ku şikestina diruşma (Biratiya Gelen) îspant kiriye ku xwe spartina bi îdeolojiya hawîrdekirî û ajandeya derve, doza kurd ber bi zinaran ve biriye. Birastî dema wê hatiye ku li Rojavayê Kurdistanê hejmûniya Qendîlê bi dawî bibe û navmala kurd bê rêxistin kirin.

 

Basnews

Top