Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê ji Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê re şand
Serok Barzanî îro şemiyê 07.02.2026, li ser hejmara xwe ya taybet a civakî “X”ê, bi boneya 32emîn salvegera damezrandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serok Barzanî, di peyama xwe de nivisiye: “Bi boneya 32 saliya damezrandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, ez pîrozbahiyê li birêz mamosta Selahedîn Behaedîn, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, rêveberî û hemû endam û alîgirên Yekgirtûya Îslamî dikim û serkeftin û berdewamiyê ji wan re dixwazim.”
