Mesrûr Barzanî şandeyek payebilind şande gel Yekgirtûya Îslamî
Şandeyek pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nûnertiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 07.02.2026ê bi armanca pîrozbahî lê kirina salvegera damezrandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê serdana Buroya Siyasî ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Hewlêrê kir û ji aliyê Serokê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Mihemed Behadîn ve pêşwazî li şandeyê hat kirin.
Şandeya hikûmetê pêkdihat ji Wezîrê Ewqafê Dr. Paştiwan Sadiq, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Wezîrê Tenduristiyê Saman Berzencî, û Cîgirê Wezîrê Rewşenbîriyê Aryan Selahedîn. Serdan bi boneya 32 saliya damezrandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê pêk hat, ku hejmarek endamên Buroya Siyasî û rêveberiya partiyê di pêşwaziyê de amade bûn.
Di civînê de, şandeya nûnerê Serokê Hikûmetê silav û pîrozbahiyên ji Mesrûr Barzani ragihandin û serkeftin û pêşketinên zêdetir ji bo Yekgirtûya Îslamî xwestin. Her wiha wan hêvî kir ku Yekgirtûya Îslamî wekî her carê rola xwe ya nerm di qada siyasî ya Herêma Kurdistanê de bilîze û hewlên xwe ji bo xurtkirina yekîtî û qebûlkirina hevbeş di navbera hemû partiyên siyasî yên Kurd de bidomîne.
