Hikûmeta Kurdistanê 15 milyar dînar dide malbatên hejar û mexdûrên Koronayê
Berdevkê wezareta kar û karûbarên civakî, Ariyan Ehmed ji BasNewsê re got, ji ber belavbûna vîrusa Koronayê û tedbîrên li hember wê vîrusê, hinek kes bê kar mane û gelek malbat jî mexdûr bûne.
Ariyan Ehmed her wiha got, ji ber wê jî hikûmetê 15 milyar dînar bo alîkarîkirina wan welatiyan terxan kiriye û dê bide wan.
Berdevkê wezareta kar û karûbarên civakî li ser çawaniya dayîna wê alîkariyê jî got, me form bi ser kesên mexdûr û hejar de belav kiriye. Her gava form xilas bûn emê dest bi dayîna wê alîkariyê bikin.
Bi gotina wî berpirsê wezareta kar û karûbarên civakî, li Hewlêrê 45 hezar û 500 kes, li Silêmaniyê 32 hezar û 500 kes, li Duhokê 32 hezar û 500 kes, li Helebcê 5 hezar û 200 kes, li Germiyan 6 hezar û 200 kes û li Raperîn 7 hezar û 800 kes wê alîkariyê werdigirin.
Basnews
