HPGê derbarê dawîn êrişa artêşa Tirkiyê de daxuyanî da
Navenda Ragihandina HPGê derbarê dawîn êrişa artêşa Tirkiyê li nav xaka Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.
Hêzên Parastina Gel (HPG) li ser dawîn êrişa Tirkiyê ya bi navê ‘Pençe-Piling’ diyar dike, “16ê Hezîranê, derengiya şevê êrîşa dagirkeriyê li ser herêma Heftanînê” hatiye daye destpêkirin û hatiye gotin, “Dagirker bi amûrên hewayî yên bêmirov û desteka helîkoptêrên êrîşê li qada Bektorya di navbeyna Girê Şehîd Bêrîvan û Tepê Dûpişk de ên di navbeyna Girê Şehîd Sîpan û Şehîd Kendal de leşker danîne û li van deran êrîşên dagirkeriyê dane destpêkirin.”
HPGê di daxuyaniya xwe de tekezî li ser wê kiriye ku artêşa Tirkiyê, “bi konsepta dagirkeriyê ya ku dixwaze pêş bixe hewl dide ku cihên stratejik ên” li Başûrê Kurdistanê bi dest bixe û “wan hesaban dike ku Başûrê Kurdistanê bixe bin kontrola xwe.”
Herwiha HPGê ragihandiye ku dewleta Tirkiyê, “konsept û armanc dagirkirina xakên Kurdistanê ye” û hatiye gotin ku gerîlayên wan derbên giran li artêşa Tirkiyê li ser dawîn êrişa Tirkiyê jî hatiye gotin, “navê vê tevgera dagirker a ji bejahiyê her çi dibe bila bibe, bi rengekî karîger wê were bersivdan û dewleta TCê wê derba dîrokî bixwe.''
Derbarê tevger û êrişên artêşa Tirkiyê de jî HPGê ragihandiye, firokayên şer ên Tirkiyê roja “15ê Hezîranê saet 21.00an qada Derarê ya herêma Metîna” roja “17ê Hezîranê di navbera saet 00.00-00.30an de qada Deşta Kafya ya herêma Garê” bombebaran kirine. HPGê tekez kiriye ku di van êrişên Tirkiyê ti ziyanek bi hêzên wan negihiştiye.
Li ser êriş û operasyonên Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê jî HPGê belav kiriye, ku artêşa Tirkiyê li geliyê Axvanisê li Dêrsimê ji 30ê Gulanê heta 7ê Hezîranê operasyonek birêve biriye û hatiye gotin, “di navbeyna hêzên me û dagirkeran de şerekî giran rû daye. Gelek leşkerên dijmin hatine kuştin, di vî şerî de hevalên me Agir, Delîl, Rênas, Mûnzûr, Gulan û Jiyanda ku 8 rojan bi fedayî li dijî dijmin şer kirin şehîd bûne.”
Herwiha li gor daxuyaniya Navenda Ragihandina HPGê gerîlayên bi navên Melek Malgaz bi nasnavê Berçem Ernesto û Geves Hacîlo Kizilbaş a bi nasnavê Tara Makû di encama êrişeke asmanî ya artêşa Tirkiyê de li herêma Avaşînê, canê xwe ji dest dane.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê derengiya şeva derbasbûyî ragihand, leşkerên wan di çarçova ‘operasyona ‘Pençe Piling’ de derbasî herêma Heftenînê bûne li Başûrê Kurdistanê.
Rudaw
