Ji ber bombebaranên Tirkiyê bo ser PKKê 8 gundên Zaxo li ber valabûnê ne
Piştî ku şeva Duşemê, Tirkiyê operasyonek esmanî bi navê Çengê Baz bo ser pêgehên PKKê yên li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê pêkanî, roja Çarşemê jî artêş Tikriyê êrîşa bejayî bo ser pêgehên PKKê li nav axa Başûrê Kurdistanê û bi taybet li Heftenînê destpê kir.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê dîmenên veguhastina serbazên xwe bo navçeya Heftenînê bi rêya helîkopteran belav kiriye û diyar kiriye, ku wan hêz li deverê peya kiriye.
Li gor zanyariyan, hêzên Tikriyê, 4 kîlîmetran sînorê Başûrê Kurdistanê li navçeya Heftenînê derbas kirine .
Hêzên Tirkiyê, bi dirêjahiya sînorê bajarokê Batîfayê, sînorê 8 gundan derbas kirine. Beşeke xelkê gundên navçeya Heftenînê reviyane û û gundên wan ketine ber gefa valabûnê.
Yek ji wan gundan, gundê Keşanê ye, ku beşek ji akinciyên wê bi neçarî çûne bajarê Zaxo.
Muxtarê gundê Keşanê, Haşim Omer ji Rûdawê re got: “Li gundê me 15 mal lê dijîn, ji şevê din ve topbaran li ser gundê me berdewam e. Beşek ji gundiyên me neçar bûne gund berdane, çend malek mane ku pezên wan hene, eger rewş çareser nebe, ew jî dê gund berdin.”
Li gundê Şîlanê jî ji tirsa şer û bombebaranan, beşek ji xelkê wê, hin endamên malbata xwe şandine bajêr, bo nav xizm û kesûkarên xwe.
Selîm Xoce, akinciyekî gundê Şîlanê dibêje: “10 xûlek bûn kurê min ji gund hat, avdan dikir, nêzîkî banga Îşayê, 3-4 top li pişta gund dan, malbat ditirsin, divê dernekevin.”
Îsa Osman welatiyekî nîştecihê gundê Keşanê ye, ew jî dibêje: “Em hejar in, rizqê me li gund e, ev ne kar e bi serê me tînin. Em hêvî dikin, me biparêzin, ku hinek ji gundên me dûr bikevin.”
Li gor gotina fermandeyekî zêrevanên sînor li parêzgeha Duhokê, Tirkiyê bo destpêkirina vê operasyonê, şêwir li gel hikûmeta Iraqê nekirine û hikûmeta Iraqê nerazîbûna xwe gihandiye Enqerê.
Her li ser wê yekê, Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz, pêr Sêşemiyê bo Wezareta Derve ya Iraqê hate vexwandin, lê piştî wê gazîkirinê, Yildiz di peyamekê de ragihand, eger Iraq dawî bi hebûna PKKê li ser axa xwe nehîne, Tirkiyê dê operasyonên xwe bidomîne.
Fermandeyê Hêza Yek a Zêrevanên Sînor, Dilêr Ferzinde Zêbarî ji Rûdawê re ragihand: “Her operasyonek ku hatibe kirin, em wek zêrevanên sînor nehatine agahdarkirin û zêrevanên me nagihin sînor û hebûna PKKê li vir heye û rewşek peyda bûye, evder bûye devereke qedexekirî.”
Bajarokê Batîfa ya Zaxoyê 75 gundan li xwe digire, di du salên derbasbûyî de ji tirsa şer û bombebaranan, 35 gund bi tevahî hatine valakirin.
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) jî dibêje, operasyonên Tirkiyê bo qirkirina Kurdan e û diyar dike, bêdengiya Iraqê nîşan dide ku qebûl kiriye Tirkiye wan êrîşan pêk bîne. KCK herwiha destnîşan dike, esmanê wan cihên ku êriş li ser wan hatiye pêkanîn, hêzên hevpeymanan bi serokatiya Amerîkayê û Iraq jê berpirsyar in.
KCK herweha ji Herêma Kurdistanê jî dixwaze li hember wan êrîşên Tirkiyê raweste û nerazîbûna xwe nîşan bide.
Rudaw
