Soran – Li Biradost şivanekî kurd di êrişa firokeyên Tirkiyê de can da
Qaymeqamê nahiya Sîdekan ya bajarê Soran, Îhsan Çelebî ji televîzyona K24 re gotiye, duhî danê sibê, dema firokeyên Tirkiyê li devera Biradost baregehên PKKê bordûman dikirin, şivanek jî li ber wê bordûmanê ket û canê xwe ji dest da.
Îhsan Çelebî her wiha daye zanîn, navê wî şivanî Ebas Mexdîd Nîmet û xelkê nahiya Herîr ya bajarokê Şeqlawe bû û li wir pezê xwe diçêrand.
Bi gotina qaymeqamê Sîdekan, ji ber şerê PKK û artêşa Tirkiyê termê wî şivanî heta danê êvarê jî li wir mabû lê paşê mirovên wî çûn termî wî anîn.
Basnews
