• Friday, 06 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot kir

Gulan Media February 6, 2026 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot kir

 Îro sibeha roja înê 6ê Sibata 2026’an Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Jean-Noel Barrot Wezîrê Derve yê Fransayê kir.

Duh roja pêncşemê 5ê Sibatê Wezîrê Derve yê Fransayê bi serdaneke fermî gehişte balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê û ji aliyê berpirsên payebilind ên Herêm Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Herwaha di destpêka civînên xwe de Wezîrê Derve yê Fransayê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya. Piştî civînê, di civîneke rojnamevanî ya hevbeş de, her du aliyan tekezî li ser berfirehkirina hevkariya stratejîk a navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê kirin û Fransa piştgiriya xwe ya ji bo aramiya herêmê nû kir.

Duh bi şev, Wezîrê Derve yê Fransayê hevdîtineke taybet ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û şandeya pê re (Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn û Hevseroka Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed) pêk anî.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê tora civakî “X”ê ragihand, wan ligel wezîrê Fransî hûrgiliyên rêkeftina 29ê Kanûna borî ya navbera HSD û hikûmeta Şamê gotûbêj kirine. Ebdî diyar kir ku di civînê de li ser sê tewereyên sereke hatine sekinîn:

1- Hûrgiliyên rêkeftina HSD û Şamê.

2- Rêkarên rûbirûbûna bermayiyên DAIŞê.

3- Mekanîzmaya parastina malbat û çekdarên girtî yên DAIŞê.

Herwiha, duh Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî pêşwazî li Mazlûm Ebdî û şandeya pê re kiribû. Di vê civînê de rewşa giştî ya Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bi hûrgilî hat nirxandin û giringiya diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyan hat destnîşankirin.

Serdana Jean-Noel Barrot û hevdîtinên wî yên li gel Serok Barzanî, serkirdayetiya Herêmê û fermandariya HSDê, nîşana rola çalak a Fransayê ye wekî garantorekî navdewletî ji bo parastina mafên Kurdan û mîsogerkirina aramiya navçeyê.

 

Basnews

Top