• Friday, 06 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Divê mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de werin misogerkirin

Gulan Media February 6, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Divê mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de werin misogerkirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê nabe parçeyek ji ti şer û milmilaneyên navçeyî. Mesrûr Barzanî her wiha bang li desthilatdarên nû yên Sûriyeyê kir ku mafên gelê Kurd di destûra welat de bi cih bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li perawîza Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Dubayê, di hevpeyvîneke taybet bi rojnameya "The National" re behsa rewşa dawî ya Sûriyeyê, peywendiyên bi Bexdayê re û rageşiya navbera Amerîka û Îranê kir.

‘Ji rêkeftina devkî ber bi garantiya destûrî ve’

Mesrûr Barzanî bang li serkirdayetiya nû ya Sûriyeyê bi serokatiya Ehmed Şera kir ku mafên Kurdan di destûra nû ya welat de werin çespandin. Mesrûr Barzanî got: "Em dibînin ku heta radeyekê rageşî kêm bûye, lê hîn bi temamî bi dawî nehatiye. Ez hêvî dikim hemû alî bi hişmendiyeke aram mameleyê bikin, da ku derfet ji bo diyalogeke kûr û çareseriyeke mayînde were peydakirin."

Mesrûr Barzanî tekez kir, Sûriye dewleteke piralî ye û ji bo aramiyê divê Şam nîgeraniyên hemû pêkhateyan li ber çavan bigire da ku her kes xwe wekî parçeyek ji Sûriyeya nû bibîne.

Rola navbênkariyê ya Herêma Kurdistanê

Serokwezîr aşkere kir, Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî, roleke sereke di navbêkariya navbera Şam, HSD û Amerîkayê de lîstine. Herwiha got: "Ji bo armakirina rewşê, em di peywendiyeke rasterast de bûn ligel Şam, Qamişlo, Amerîka û Fransayê."

Derbarê helwesta li hember Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, Mesrûr Barzanî wiha axivî: "Di encamê de em Kurd in. Dibe ku di warê siyasî de cudahiyên me ligel partiyekê hebin, lê gava Kurd li her derê cîhanê werin çewisandin, em hevxemên wan in. Tawanên li dijî gelê Kurd û jinên Kurd, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo mirovahiyê jî nayên qebûlkirin."

Milmilaneya Amerîka û Îranê: ‘Ev ne şerê me ye’

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê rageşiya navbera Washington û Tehranê de got: "Bêguman em hewl didin ji vê milmilaneyê dûr bin. Ev ne şerê me ye û em nabin parçeyek ji vî şerî. Herêma Kurdistanê dixwaze bibe faktora aramiyê û bibe beşek ji çareseriyê, ne beşek ji kêşeyan."

Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir, eger rêz li destûra Iraqê were girtin û bi temamî were cîbicîkirin, ew dikarin peywendiyên herî baş ligel Bexdayê ava bikin. 

Derbarê posta Serokkomariyê de jî, Mesrûr Barzanî pêşniyar kir ku parlementerên Kurd li ser berbijarekî hevbeş lihev bikin, an jî li nav Parlementoya Kurdistanê deng li ser berbijaran were dayîn û yê serkeftî wekî berbijarê yekgirtî biçe Bexdayê.

Çaksazî û Aborî: Modelê Herêma Kurdistanê

Di dawiya hevpeyvînê de, Mesrûr Barzanî ronahî xist ser bernameya çaksaziyê ya hikûmetê, dîjîtalkirina xizmetguzariyan û dabînkirina elektrîka 24 saetî. Herwiha bal kişand ser peywendiyên aborî yên xurt ên ligel welatên Kendavê, bi taybetî Îmaratê, û diyar kir ku kompanyayên Îmaratî di warê weze, çandinî û geştiyariyê de li Kurdistanê çalak in.

 
 
 

 

K24

Top