• Friday, 06 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Fransayê li Hewlêrê: Em ê piştgirî û alîkariya Herêma Kurdistanê bikin

Gulan Media February 6, 2026 Nûçe
Wezîrê Derve yê Fransayê li Hewlêrê: Em ê piştgirî û alîkariya Herêma Kurdistanê bikin

 Îro êvarê roja pêncşemê Jean-Noel Barrot Wezîrê Derve yê Fransayê bi serdaneke fermî gehişte Hewlêra paytext û ji aliyê berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin. Di civîneke rojnamevaniyê ya hevbeş li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Derve yê Fransayê gelek peyamên girîng ên siyasî û leşkerî û mirovî ragehand.

Piştevaniya ji bo mafên kurd û paşeroja Sûriyê

Jean Noel Barrot di destpêka axaftinên xwe de spasiya rola girîng û rêveberiya Nêçîrvan Barzanî kir di hewlên wî yên ji bo sepandina aşitiyê li Sûriyê. Tekez jî kiriye ku “Mafên Kurdan li Iraqê parastiye û divê li Sûriyê jî wisa bin,” amaje bi wê jî kir ku ku beşdarbûna Kurdan di diyarkirina pêşeroja Sûriyê de şertek girîng ji bo îstîqrarê ye.

Pêywendiyên dualî û hevbeş

Wezîrê Derve yê Fransayê got: “Herêma Kurdistanê ji bo me pir girîng e û em ê piştgiriya Herêma Kurdistanê bidomînin ji ber ku têkiliyeke me ya hevpar û dîrokî ya bihêz heye.

Bernameya serdanê

Wezîrê Derve yê Fransayê biryar e îşev li Hewlêrê bimîne û sibê rêze hevdîtinên dîplomatîk pêk bîne. Li gorî bernameya serdana wî, Barrot dê bi Serok Mesûd Barzanî û fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re bicive da ku li ser pêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên li herêmê nîqaş bikin.

 

 

Basnews

Top