Welatîyên Kurdistanê bi yekrêzîya partîyên Kurd li Rojava keyfxweş in
Welatîyên Rojavaya Kurdistanê bi vê pêngava partîyên Kurdî dilxweşin.
Piştî çend mehan ji hevdîtin ȗ danustandinan, îro ȗ bi beşdariya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlum Ebidê ȗ sanderê emêrîkî Wilyam Robak , Encumena Niştimanî a Kurd li Sȗriyê ȗ Partiyên Yekîtiya Nştimanî bidawîbȗna qunaxa yekemîn ji danustandinan ragihandin , herwiha eşkere kirin ku ew gihiştin nerîneke siyasî ya hevbeş.
Herdu aliyan ragihand jî ku ew rêkeftina Duhokê ya sala 2014an de ya derbarê hevbeşiya rêvebirinê , parastin ȗ berevaniyê dikin bingehek ji diyalog ȗ danustandinan re .
ENKSê ȗ Partiyên Yekîtiya Nştimanî eşkere kirin ku kar ȗ xebata wan wefa dariye jibo şehîd ȗ birîndarên Rojavayê Kurdistanê ȗ malbatên wan re .
Xelkên bajarê Qamişlo ji aliyê xwe ve dibêjin heviyeke wan ya mezin derbarê vê rêkeftinê heye, herwiha daxwaz ji hemu partiyan dikin ku nakȗkiyên xwe jibîrbikin daku ev rêkeftin encam bide ȗ mina rêkftinên berê têkneçe.
Herdu aliyan di dawiya daxwiyaniya xwe de, spasiya serok Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ȗ Gênêral "Mezulm Ebdê kirin jibo piştevanî ȗ keda wan jibo yekîtiya kurdî li Sȗriyê, herwiha spasiya emêrîka jî kirin li ser serperiştiya wê ji pêkanîna pêşerojeke demoqrat re ku têde mafê hemu pêkhateyan parastî be.
K24
