Serokê Hikûmetê li gel Serokê Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan û Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîrên Îmaratê civiya
Îro 05.02.2026ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dubeyîyê li gel Serokê Lûtkeya Cîhanî yê Hikûmetan û Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîrên Îmaratê Mihemed Qirqawî civiya.
Di civînê de Serokê Hikûmetê pîrozbahî li serkeftina lûtkeyê li Mihemed Qirqawî kir, ku îro bûye yek ji konferans û lûtkeyên navçeyê û cîhanê yê herî giring.
Herwaha spasiya alîkarî û piştevaniyên berdewam ên dewleta Îmaratê kir, ku mînakekî pêşketî û geşedana aborî û hikûmraniyê ye.
Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîrên Îmaratê jî spasiya beşdarî û amadebûna Serokê Hikûmetê li lûtkeyê de kir û behsa berdewambûna piştevanî û alîkariyên hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cuda cuda de kir. Vê derbarê de jî amaje bi platforma yasayî hate kirin ku biryare di demekî nêzîk de bikeve warê cîhbicîhkirinê de, ku beşeke ji xalên wê protokola lihevtêgeheştina ku di navbera herdu aliyan de hatiye îmza kirin.
Basnews
